• Tuesday, 10 February 2026
logo

Berfê riya Hewlêr – Duhokê girt

Gulan Media February 10, 2020 Nûçe
Berfê riya Hewlêr – Duhokê girt
Bi sedema barîna berfê li Herêma Kurdistanê, hejmarek ji rêyan hatine girtin ji nava wan jî riya Hewlêr – Duhokê ye.

Peyamnêrê K24ê LI Duhokê da zanîn, bi sedema berfê û daketina pileya sermayê, riya sereke ya Hewlêr – Duhokê li navçeya Baedrê hatiye girtin û tîmên pakirina rêyan, hewla vekirina rê didin.

Got jî, gelek ajokar dixwazin bi wê riyê de biçin, lê neçar dibin li Baedrê vegerin, ji ber ku ji bilî barîna berfê, daketina pileya sermayê, çûna li ser rê jî zehmet kiriye.

Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24ê da zanîn, li navçeya Hacî Omeran ji ber barîna berfê û sermayê, pevguhartina bazirganî li deriyê sînorî yê Hacî Omeran hatiye rawestandin û geştiyar jî nikarin bi otombîlan bêne nava Herêma Kurdistanê.


K24
Top