• Tuesday, 10 February 2026
logo

Vîrusa Koronayê: Hejmara miriyan gihişt 909 kesan

Gulan Media February 10, 2020 Nûçe
Vîrusa Koronayê: Hejmara miriyan gihişt 909 kesan
Vîrusa Koronayê her ku diçe belav dibe û li gor dawîn amaran, 909 kesan canê xwe ji dest dane û 40 hezar û 171 kes jî bi vêç vîrusê ketine.

Komîsyona Tendirustiya Niştimanî ya Çînê, dawîn amarên qurbaniyên vîrusa Koronayê belav kirin. Li gor zanyariyên hatine belav kirin, heta niha 909 kesan ji ber wê vîrusê canê xwe ji dest dane.

Herwiha hatiye belavkirin ku 40 hezar û 171 kes jî bi vîrusa Koronayê ketine ku rewşa 6 hezar û 500 ji wan kesan giran e.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Tendirustiya Niştimanî ya Çînê, gumana tûşbûna wê vîrusê li ser 23 hezar û 589 kesan heye û herwiha 187 hezar û 518 kes jî li jêr çavdêriyê ne.

Her li gor wê daxuyaniyê, tenê di dawîn 24 demjimêran de, ji ber wê vîrusê 97 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 62 kes jî tûşî Koronayê bûne.

Vîrusa Koronayê, di dawiya sala 2019an de li bajarê Wuhan ê Çînê serî hil da û belav bû.

Heta niha jî tevî çendîn hewlên li ser asta navxwe ya Çînê û li ser asta navdewletî, çareseriyek nehatiye dîtin ji bo rê li bergirtin û pûçkirina vîrusa Koronayê û her ku diçe ew vîrus belav dibe û hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Rudaw
Top