Termên 172 enfal kiriyên din bo Kurdistanê tên vegerandin
Birêveberatiya gorên bikomî ya ser bi wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan ragihand ku prosesa wergirtina mînakên DNA û îsqanên wan kesan ku di gorên bi komî yên Semaweyê de hatibûn dîtin, destpê kiriye.
Li gor daxuyaniya han ev proses berdewame û vê di roja 14ê meha Nîsanê de yaku roja enfalê ye, termê wan 172 welatiyên Kurd yên ku di gorên bi komî yên Semaweyê de hatibûn dîtin bo Kurdistanê werin vegerandin û li goristana Banî Meqam ya li Gerimiyanê bi merasimeke fermî werin veşartin.
