MSD: Şam razî bûye danûstandinan bi Rêveberiya Xweser re bike
Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di hevpeyvînekê bi rojnameya “aawsat” re ragihand, piştî danûstandinên wan li navenda Himêmîmê bi şanderê Rûsî re, civîna wan a hefteya bûrî jî berdewamiya wan hevdîtinan bû û piştre jî wan serdana Şamê kir û bi amadebûn şanderê Rûsî ew bi Serokê Nivîsgeha Ewlehiya Niştimanî Elî Memlûk re civiyan.
Îlham Ehmed aşkere kir, Hikûmeta Sûriyê razîbûye bi gerentiya Rûsyayê danûstandinan bi wan re bike û komîteyeke bilind ji bo guftûgokirina yasaya Rêveberiya Xwecihî û sîstema Rêveberiya Xweser pêk bîne.
Amaje bi wê jî da, Rûsya ji bo navbênkariyê bike û dest bi proseya siyasî û danûstandinan bibe cidî ye û wan soz daye ku fişarê li rêjîma Sûriyê bike, ta li çareseriyeke giştgîr razî bibe.
Got jî, ew li bendê ev sozên bo hatine dayîn li ser erdê pêk werin û dest bi danûstandinên fireh û giştgîr bêne kirin û her aliyek bi berpirsatî, ne bi zimanê gef û bijardeyên serbazî riftarê bike.
Di beşeke din a hevpeyvînê de Îlham Ehmed aşkere dike, ew nabin beşek ji danûstandinên Astana û Soçî, lê ew ligel proseya aştiyê ya Cenêvê ya li gor biryara navdewletî 2254 in û dê bibin beşek ji Komîta Destûrê jî.
K24
