Li Çînê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê gihîşt 812 kesan
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê (NHC), ji ber nexweşiya ku navê wê yê nû wekî "zatureya vîrûsa koronayê ya nû" (NCP) hat ragihandin ku li ser asta wî welatî bandora xwe her diçe xurtir dike, hejmara miriyan derket 812an û 37 hezar 198 kes jî bi heman vîrûsê nexweş ketine û ji wan rewşa 6 hezar û 188 kesan jî dijwar e.
Herwiha hejmara ku guman heye vîrus gihîştiyê derket 28 hezar û 942yan. Di heman demê hejmara kesên ji ber ku bi kesên vîrus gihîştiye wan ra temasa wan çêbû û lewma jî guman heye ku vîrus bi wan jî ketibe derket 188 hezar û 183yan.
Ji xeynî Çînê, hejmara bûyerên li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 26an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê jî derket 10an.
Herwiha hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn de ji ber vîrûsa koronayê 89 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 656 jî bûyerên nû hatine tomarkirin.
Rudaw
