• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ciwanekî Kurd jiber ala Kurdistanê hat girtin

Gulan Media February 9, 2020 Nûçe
Ciwanekî Kurd jiber ala Kurdistanê hat girtin
Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê şemî ciwanekî Kurd xelkê bajarê Urmiyeyê jiber ku ala Kurdistanê di nava tirimbîla vî de bûye ji aliyê spaha pasdaran ya Îranê ve hatiye girtin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku ciwanê Kurd yê ku navê vî Emîr Mucêbe, duhê li ser rêya navbera Siro li navçeya Soma û Biradostê hatiye girtin û bo cîheke nediyar hatiye veguhastin û spaha pasdaran jî dest daniye ser tirimbîla vî.

Top