• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berpirsê çandiniya Kerkûkê: Êdî rûyê Kurdistanîbûna Kerkûkê nemaye!

Gulan Media February 9, 2020 Nûçe
Berpirsê çandiniya Kerkûkê: Êdî rûyê Kurdistanîbûna Kerkûkê nemaye!
Berpirsê çandinya Kerkûkê dibêje, pilanên erebkirina Kerkûkê ew qas berfireh bûne êdî Kurdistanîbûna Kerkûkê xuya nake!

Berpirsê çandinya Kerkûkê, Mehdî Mubarek ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, pilan û pirojeya erebkirina Kerkûkê bi xurtî didome û rojane mabatên ereb ji wirde-wêde tînin Kerkûkê.

Mehdî Mubarek her wiha gotiye, heta niha herî kêm 13 hezar malbatên ereb ji parêzgehên din anîne Kerkûkê. Helbet ev amar tenê li navenda bajêr hatine bicîhkirin. Ev demek e erebên derdora Kerkûkê jî tînin nav bajêr da ku rêjeya ereban zêde bibe.

Berpirsê çandiniya Kerkûkê daye zanîn, ji bilî anîna ereban, kurdan bi taybet berpirsên kurd jî ji ser kar dûr dixin û li şûna wan ereban datînin.

Bi gotina Mehdî Mubarek, êdî Kurdistanîbûna Kerkûkê xuya nake û Kerkûk bi temamî bûye bajarekî ereban! Niha hejmara ereban ji ya kurdan zêdetir bûye û dixwazin bi vî rengî li encumena parêzgehê de piraniya kursiyan zeft bikin.



Basnews
Top