Erdogan pîrozbahî li Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peywendiyeke telefonî li gel Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn encam da.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di wê peywendiya telefonî de, bi boneya hilbijartina wî weke Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê û herwiha ji ber serkeftina kongreya wê hizbê û 26emîn salvegera ragihandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Erdogan pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Selahedîn Behaedîn kir.
Herwiha li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di wê peywendiya telefonî de gotûbêj li ser rewşa Iraq û navçeyê jî hatine kirin ku herdu aliyan jî tekezî li ser seqamgirî û aramkirina rewşê kirine.
Roja 28ê Berfanbara 2019an 8emîn kongreya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê birêve çûbû û di encamê de Selahedîn Behaedîn careke din weke Sekreterê Giştî yê wê hizbê hatibû hilbijartin.
Rudaw
