Amerîka binkeyeke serbazî ya nû li Hesekê ava dike
Rewanegeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere kir, hêzên Amerîkî dest bi avakirina binkeyeke nû serbazî li taxa Giwêran a bajarê Hesekê kiriye.
Diyar kir jî, cihê hêzên Amerîkî binkeya xwe lê ava dikin, pêştir bingeha berevaniyê ya Rêveberiya Xweser bû.
Ev yek di demekê de, pêştir û bi êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê re, Amerîka hêzên xwe j beşek ji hêzên xwe vekişandûn.
Ji wê demê ve jî, Amerîk û Hevpeymaniya Navdewletê jî hêza zêdetir dişînin Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di destê HSDê de û car caran jî gerên çavdêriyê dikin.
K24
