Riya navdewletî M 5 bi temamî ket destê artêşa Sûriyê
Artêşa Sûriyê tevahiya riya Heleb – Şamê û çend navçeyên Idlibê kontol kirin, artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir dişîne Idlibê.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê li Idlibê bipêş dikeve û karî 8 gundên din li Idlibê û riya sereke ya Heleb – Şam M 5 kontrol bike.
Kontolkirina riya navdewletî M 5 a di navbera Heleb û Şamê de, piştî wê yekê tê, artêşa Sûriyê karî pêr bajarokê Serqib, her wiha jî duhî çend gundên jî derdora wê kontol bike.
Diyar kir jî, ji bo parastina xalên xwe yên çavdêriyê li Idlibê, artêşa Tirkiyê îro karwaneke mezin a serbazî ku ji 150 barhilgiran pêk tê, di deriyê Kefir Losînê re derbasî Idlibê kir û heta navçeya “kêmkirina aloziyan” derbas bûn.
Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî êrîşî ser gundewarê Idlibê dike û gelek gund û bajarok wêran kirine, di encamê de bi sedhezaran kes koçber bûne.
K24
