Li Rojavayê Kurdistanê serbazekî Tirk mir
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama wergerandina otombîleke wan a serbazî li navçeya operasyonên wan ên li Serê Kaniyê û Girê Sipî, serbazekî wan canê xwe jidest da û 4 serbazên din jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi ve, di 9ê Cotmeha 2019an de dest bi êrîşa ser Serê Kaniyê û Girê Sipî kirin û ew her du bajar û hejmarek ji gundên wan herdu bajaran dagîr kirine.
K24
