Amerîka êrîşên hovane bo ser xwepêşandanên aştiyane şermezar kir
Di daaxûyanuyekê da Balyozxaneya Amerîkayê ragihand: "Mixabin ku hêjî dihêlin, grûbên çekdar serwerîya yasayê binpê bikin û li dij welatiyên aştîxwaz yên mafên xwe yên demokratî di azadîya ramanê da dibînin û daxwazên çaksaziyên siyasê û aborî dikin, lê ew tawanbar serbestin û nayên siza dan".
Daxûyaniya Balyozxanê dide zanîn ku, erkê hikûmeta Iraqê û hêzên ewlehiyê ye, sinorekî bo wan rêgiran danin, yên ku kesên çalakvanên sivîl û rojnamevanan di kujin û wan direvînin, herwiha çekan li dij xwepêşanderan bikar tînin, li wan didin û konên protestoyên aştîyane dişewitînin.
Basnews
