• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê herêmê tundûtujiya hemberê xwepêşandarên Iraqê şermezar kir

Gulan Media February 7, 2020 Nûçe
Serokê herêmê tundûtujiya hemberê xwepêşandarên Iraqê şermezar kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û ragihand: Berdewamiya bikaranîna tundiya dijî xwepêşanderên li Iraqê şermezar dikîn.

Xwepêşandana aştiyaneya medenî, mafekî destûriya rêpêdayiye, kuştina xwepêşanderan û bikaranîna hêzê ya ji bo belav kirina wan, tawanekî zeq û zeftkirina azadî û mafên destûriyên hemwelatiyane.

Em di demek da daxwaza ragirtina wan tundutîjî û helsukeftên nerewa û neyasayiyane dikîn, piştgîriya xwe ji bo daxwazên rewayên xwepêşanderan yên ji bo dabînkirina xizmetguzarî û xweşguzeranî û jiyanekî baştir ku mafên hêjayê gelê Iraqe dûpat dikîn.

Divê em hemû wê yekê têbigihin ku kêşe û nerazîbûn û daxwaziyên xelkê, bi bikaranîna hêz û serkutkariyê nayên çareser kirin, heman demî de ji bo dawî anîna wê qeyranê, daxwazê dikîn her çi zûtir e proseya pêkanîna kabîneya nû bê yekalî kirin.

K24
Top