• Tuesday, 10 February 2026
logo

Parlamenterên Ewropî daxwaza piştgiriyê ji bo Kurdan dikin

Gulan Media February 7, 2020 Nûçe
Parlamenterên Ewropî daxwaza piştgiriyê ji bo Kurdan dikin
Li parlemana Ewropayê panelek derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê hate sazkirin.

Parlementerên Ewropî derbarê êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dilgiraniya xwe nîşan didin û dibêjin, nayê qebulkirin ku Tirkiyê bi hincetên nerast êrîşa Kurdan bike.

Ew parlamenterên Ewropî herwiha dibêjin, îro Kurd li Sûriyê tên piştguxistin û diyar dikin ku rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de sereke ye.

Sûad Mihemed, dayika Hevrîn Xelef jî yek ji beşdarên konferansa li parlamentoya Ewropayê bû li Brukselê û di panelekê de daxwaza parastina mafên jinên Kurd û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê dike.

Ew ên di vê panelê de rûniştine, parlamenterên Ewropî ne û Andreas Schilder ku ji Nemsayê ye, ya hêjayî her miletekê li vê cîhanê, ji bo Kurdan jî dixwaze.

Andreas Schilder, Endamê Parlamentoya Ewropayê, dibêje, “Xelkê Kurd li Sûriyê, li Rojava heye lê di bin dorpêça leşkeriya Tirkiyê de ye. Herwiha weke hûn dizanin siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê jî têne girtin bêyî ku tiştekî şaş kiribin, tenê di berjewendiya Kurdan de kar kirine. Lewma ev rewş nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê pêwîst e li ser hemû welatan piştrast bikin ku alîkariya Kurdan were kirin weke her neteweyekê. Ji ber ku ew ji aliyê xwe ve alîkariya şaristaniya cîhanê dikin di şerê li dijî DAIŞê de.”

Nikolaj Villumsen ê ji Denmarkê jî paşguhkirina Kurdên Rojava di biryardana li ser paşerojê bi xemgînî dizane.

Nikolaj Villumsen, Endamê Parlamentoya Ewropayê, dibêje, “Cihê dilgiraniyê ye em dibînin ku xelkê Suriyeyê di nav de jî gelê Kurd ji aliyê welatên zilhêz ên cihanê ve tên paşguhxistin. Hewl didin biryaran li ser çarenivîsa wan de bisepînin li cihê ku rê bidin xelkê Suriyeyê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Lewra bersiva vê pirsyara te ku çima helwesta Yekitiya Ewropayê li hember vê rewşê gelek lawaz bûye, ez jî hevnêrinê te me. Li gor min Yekitiya Ewropayê li hember nîşandana helwestên bihêz şikestin xwariye.”

Yekîtiya Ewropayê 3 konferansên taybet bi Sûriyê di salên derbasbûyî de saz kirin, her çend karê wan konferasan ji bo komkirina alîkariyên mirovî jî bûbin, lê berşdariya Kurdan kêm bû.

Rudaw
Top