• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Norwêjî civiya

Gulan Media February 7, 2020 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Norwêjî civiya
behsa berfire kirina têkiliyên navbera du aliyan kirin


Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Norwêjî kir û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;

Roja penşem 6/2/2020 di civînekê de li gel şandeke hikûmeta Norwêjê bi Serokatiya nunerê taybetî yê wezareta derve ya bo karûbarên Îraq û Sûriyeyê Nout Lein kir.

Di civînê de me behsa guhertinên dawî yên li Îraq û Sûriyeyê û berfire kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Norwêjê kir û balkêşande ser vê yekê ku ji bilî hevkarî û hemahengiyên leşkerî, lazime hewl bo nehêlana wan fakteran were dayîn ku hevkarin bo geşe kirina terorê.

Ji aliyê xwe ve nunerê wezareta derve ya bo karûbarên Sûriye û Îraqê Nout Lein amadebûna welatê xwe bo berfire kirina têkiliyên xwe li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê abûrî û domandina hevkariyên însanî yên Norwêjê bo penaberên nîştecîh li herêma Kurdistanê diyar kir.

Top