• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mhemed Elawî : Dê daxwazên xwepêşanderan bicîh bikin

Gulan Media February 7, 2020 Nûçe
Mhemed Elawî : Dê daxwazên xwepêşanderan bicîh bikin
Serokwezîrê raspartî ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê Mhemed Elawî, di peyamekê de derbarê dawî guhertinên li Iraqê û bûyerên bajarê Necef ragihand, giringtirîn daxwazên xwepêşanderan, ku encamdan a hilbjartinên pêşwext e, dê demê bo destnîşan bikin û bicîh jî bikin.

Elawî tekez kir, ew bi ciddî lêkolînê ji bûyera Necef û binpêkirinên dijî xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê dikin û lêpirsînê jî, digel her kesekî dikin, ku di ber wan tundutîjiyan de berpirs e.

Elawî diyar kir, xwîna Iraqiyan hêla sor e û hikûmeta dahatî, kar ji bo bicîkirina daxwazên xwepêşanderan dike.

K24
Top