Trump ji dadgehîkirinê filitî – Senatoyê ew bê guneh derxist
Duhî dosyeya serokê Amerîka Donald Trump, ku tê de tohmetên “bikaranîna xelet ya desthilatê” û “derxistina astengiyan pêşiya Kongireyê” hebûn, di Senatoyê de ket dengdanê.
Li gorî agahiyan, li ser tohmeta yekem 52 senatoran li hember 47 senatoran deng dan û ew tohmet li ser Trump red kirin. Di tohmeta duyem de jî 53 senatoran li hember 47 senatoran deng dan û ew tohmet jî li ser serokê Amerîka hat redkirin. Bi dûmahîkê de Trump bê guneh derket û ji dadgehîkirinê rizgar bû.
Senatoya Amerîka ji 100 kursiyan pêk tê ku 53 kursî Komarî ne û yên din jî Demokrat in.
Basnews
