Cizîrî: Platforma Zimanê Kurdî ne dijbereke siyasî ye
Şerefxan Cizîrî diyar kir, daxwaz wan wek Palatforma Zimanê Kurdî ji hemû aliyên Parlemanê ew in, zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û zimanê perwerdeyê û Saziya Zimanê Kurdî ava bibe û ji aliyê Parleman û Hikûmetê ve bê pênasekirin.
Amaje bi wê da, ew bi şandeke HDPê bi serokatiya Hevserokên HDPê Sezaî Temellî û Perwîn Buldan re civiyan û HDP pêşwazî û piştevanî li daxwazên Platformê kir.
Got jî: “Ew ligel Serokê CHPê Kemal Kilîçdaroglu jî civiyan, pêşwaziya wî jî ji daxwazên Platformê re baş bû. Lê me got ku pirs zimanê Kurdî tenê bi kursan çareser nabe û divê di dibistan û zanîngehan de bibe zimenekî fermî.”
Amaje bi helwesta Serokê CHPê da û got: CHP û Kiliçdaroglu daxwazên Platforma Zimanê Kurdî red nekirin, lê wî got, rewşa Tirkiyê hinekî aloz e û dibe ku rojeva Tirkiyê bo bicihkirina van daxwazan ne guncaw be.
Da zanîn, îro ew ê ligel Nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya li Enqerê bicivin û herwiha ew ê ligel Serokê Partiya Saadetê jî bivivin.
Li ser bêbersiviya AK Partiyê, Şerefxan Cizîrî got, AKP Partî hin gav ji bo zimanê Kurdî avêtine, lê reng e AK Partî ji ber rêkeftina xwe ya bi MHPê re naxwaze pirsa zimanê Kurdî bîne rojevê.
Tekez kir, ew wek Platforma Zimanê Kurdî ne dijbereke siyasî ne û dijminahiya siyasî bi ti aliyekî re nakin, ew tenê daxwaza mafên mirovan ên bingehîn dikin û dixwazin mafê zimanê Kurdî bidest bixin.
Li ser hevdîtina bi Nûnertiya helwesta Yekîtiya Ewropa got: Mafên me rewa ne, ew maf jî hem ji welatîbûna me tê û hem jî ji hebûna Kurdan tê. Divê Yekîtiya Ewropa xwedî li perensîpên xwe derkeve û ji Tirkiyê bixwaze jî ew jî xwedî lê derkeve, ku ev mafê ti ziyaneke xirap bi ser Tirkiyê de neyîne.
K24
