• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kerkûk- Çi haleteka virusa korona nehatiye tomarkirin

Gulan Media February 5, 2020 Nûçe
Kerkûk- Çi haleteka virusa korona nehatiye tomarkirin
Piştî di hin torên medyaya civakî da hat belavkirin ku li bajarê Kerkûkê yekem haleta vîrusa koronayê hatiye tomarkirin Berdevkê Fermangeha Tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe bi daxuyaniyeklê aşkere kir ku ew îddîa ne rast nînin.

Îşev roja sêşemê 04.02. 2020an Saman Yabe, ji BasNewsê ra axivî û aşkere kir ku hîç haletekî vîrusa koronayê li Kerkûkê nehatiye tomarkirin û ew îddîayên di torên medyaya civakî da hatine belav kirin dûrin ji rastiyê.

Herwiha Saman Yabe got: “Bazirganekî xelkê Kerkûkê yê ji Çînê vegeriyabû me ew bir fermangeha tenduristiya Kerkûkê. Herwiha di encama lêkolînan jî da derket holê ku ew bazirgan tûşî wî vîrosa nebûye. Ligor fermana Wezareta Tenduristiya Iraqê her kesê ji Çînê vegere heta 14 rojan divê di bin çadêriya tenduristiyê da be. Heta ku dilniyayê pê hate kirin ku ew vîrus pê ra nîne.”

Saman Yabe amaje bi wê yekê jî kir ku weke fermangeha tenduristiya Kerkûkê wan her amadekariyeka pêwîst kiriye bo berangarbûna vîrûsa koronayê û çend lîjne pêk anîne. Herwiha ew xelkê jî agahdar dikin derbarê xweparastina ji virusê.

Basnews
Top