• Tuesday, 10 February 2026
logo

Çavuşoglu: Divê Rûsya sînorekê ji zêdegaviyên Esed re deyne

Gulan Media February 4, 2020 Nûçe
Çavuşoglu: Divê Rûsya sînorekê ji zêdegaviyên Esed re deyne
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ji berpirsatiya Rûsyayê ye, sînorekê ji zêdegaviyên rêjîma Serokê Sûriyê Beşar Esed re deyne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew li hember êrîşên rêjîma Sûriyê yên berdewam, destgirêdayî namînin û wan bersiva êrîşa rêjîma Sûriyê dane.

Mevlut Çavuşoglu Rûsya jî xiste ber berpisatiyê û got, di dema dawî de rêjîma Sûriyê zêdegaviyên mezin li Idlibê dike û ji divê Rûsya sînorekê jê re deyne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duhî ragihand, artêşa Sûriyê êrîşî ser hêzên wan li Idlibê kiribû û di encamê de 8 endamên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, ku di nava wan de 3 kes sivîl bûn.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, wan bersiva êrîşan da û 54 pêgeh armanc girtin û û 76 serbazên Sûriyê bêbandor kirine.

Ji aliyê xwe ve duhî, Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê di daxuyaniyekê de tekez kiribû, şeva 2/3 Sibatê yekîneyên hêzên Tirkî bê agahdariya aliyê Rûsî li hundir “herêma kêmkirina aloziyan” li rojavayê Seraqibê geriyabûn, ji ber wê jî ket ber êrîşeke artêşa Sûriyê li ser teroristan.

Top