• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sudan peyvendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî dike

Gulan Media February 4, 2020 Nûçe
Sudan peyvendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî dike
Dewleta Sudanê peyvendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî dike û du rêveberên payebilind ên her du welatan civiyan.

Ofîsa serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ragehand, îro 04.02.2020ê serokwezîr Netenyahu li gel serokê encûmena serweriya Sudanê Ebdulfetah Burhan civiya ye.

Ofîsa Netenyahu ragehand, Ebdulfetah Burhan amadebûna welatê xwe bo asayî kirina peyvendiyên her du welatan nîşan daye.

Hevdîtina ku serokwezîrê Îsraîlê wek hevdîtinek dîrokî pênase kiriye de li bajarê Entîbî ya Ugandayê pêkhatiye.

Piştî serokê Sudanê Omer Hesen Beşîr ji kar hate dûrxistin, Sudan ji rojava re vebû û aliyên Sudanî rêkeftin li ser damezrandina encûmena serweriyê, ku amadekariyê bike bo pêkanîna helbijartinê û Ebdulfetah Burhan jî, ku fermandarekî leşkerî yê payebilindê welate serokatiya wê encûmenê dike.

Basnews
Top