Hevalekî nêzîk yê Qasim Sulêymanî li Sûriyê hat kuştin
Çavkaniyên nêzîkî pasdarên Îranê dane zanîn, fermandeyekî pasdaran bi navê Esqer Paşapûr roja 2 vê mehê li parêzgeha Heleb ya Sûriyê hat kuştin.
Li gorî agahiyan, ew fermandeyê pasdaran di şerê navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê de hatiye kuştin.
Tê gotin ku ew pasdarê han hevalekî nêzîk yê fermandeyê berê yê hêza Quds ya Îranê, Qasim Sulêymanî bûye û bi wî re derbasî Sûriyê bûye.
Qasim Sulêymanî şeva 3 meha borî di êrişeka artêşa Ameîrka de li paytexta Iraqê hat kuştin.
Basnews
