NY bang li Sûriye û Tirkiyê dike ku girjiya li herêmê kêm bikin
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jiber pevçûnên Sûriye û Tirkiyê yên li Îdlibê ketiye fikaran.
Berdevikê Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres Stephane Dujarric da zanîn ku ‘’pevçûnên li Sûriyê careke din nîşan dane ku ew bo aştîya herêmî û ya navneteweyî gefan çêdikin’’
Dujarric bi berdewamî diyar kir ku jiber operasyonên hêzên Esad yên li herêma ewle sîvîl têne kuştin û got ku ew jiber rewşa sîvîlan ketine fikaran.
Wî da zanîn ku NY bi awayekî eşkere bang li hemî aliyan dike ku girjiyê daxin.
Voa
