• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rûsye: Me balefirek xistiye erdê

Gulan Media February 3, 2020 Nûçe
Rûsye: Me balefirek xistiye erdê
bi mûşekên Pantsir-S hatiye xistin
Wezareta berevanî ya Rûsyeyê belav kir ku pergala berevanî ya mûşekî ya Pantsir-S dironek li Himeymîmê xistiye xwarê.

Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Rûsyeyê dema balefireke bê pîlot xwestiye xwe nêzî navenda leşkerî ya Himeymîmê bike, pergala berevaniya Pantsir-S kariye ev balefira han kefiş bike û pişt re ev balefir ji aliyê heman sîstemê ve hatiye xistin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev balefira han beriya bigehêje navenda leşkerî ya Himeymîmê bi mûşekên Pantsir- S hatiye xistin.

Top