Kî ji peydabûna vîrûsa Koronayê qezenc dike?
Kompaniyên çêkirina maskeyan, kompaniyên dermanan, kompaniyên peywendiyan û kerta Geştyariyê û bi taybet geştyariya li derveyî Çînê, sûdmendên sereke yên derketina vîrûsa Koronayê ne.
Li gor datayan, kompaniya çêkirina maskeyan a bi navê Alpha Pro Tech ku kompaniyeke Kenedî ye, piştî peydabûn û belavbûna vîrûsa Koronayê, pişkên wê bi rêjeya %70 bilind bûne. Herwiha kompaniya M3 bi qasî milyarek û 400 milyon dolaran qezenc kiriye.
Di sektora dermanan de, kompaniya Novavax %72 qezenc kiriye, kompaniya Inovio %25 û kompaniya MODERNA jî %5 qezenc kiriye.
Herwiha hin welat jî aboriya wan ji vîrûsa Koronayê qezend dikin, ku yek ji wan Amerîka ye û Wezîrê Darayî yê Amerîkayê ragihandiye, dibe ku derketin û belavbûna vê vîrûsê li Çînê bibe sedema pêşketina aboriya Amerîkayê û sûdeke mezin bo welatê wî hebe.
Di vê vîdeowallê de, hevkara me Şehyan Tehsîn zanyariyên bêtir li ser vê mijarê dide.
Vîrûsa Korona Wuhan 2019, coreke vîrûsa Koronayê ye ku ji destpêka meha bihorî ve li bajarê Wuhanê yê Çînê ku dikeve paêrzgeha Hubey ya wî welatî peyda bû û ji mirov bo mirov û ji ajelan ve bo mirovan tê veguhastin.
Li gor amarên ku Komîsyona Niştimanî ya Tendirustiyê ya Çînê ragihandiye, heta îro ji ber vê vîrûsê 305 kesan canê xwe ji dest dane, ku 304 kes li Çînê û kesek jî li Fîlîpînê bûye. Herwiha zêdetirî 14,591 kes jî bi vê vîrûsê ketine.
Rudaw
