• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîr li gel balyozê Swêdê civiya

Gulan Media February 3, 2020 Nûçe
Serokwezîr li gel balyozê Swêdê civiya
behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Swêdê kirin
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Swêdê yê li Bexdayê Lars Ronnås kir.

Di civînê de her du alî behsa rewş û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê kirin û tekez li ser giringiya aramiya rewşa Îraqê kirin û balkêşandine ser têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Swêdê.

Di vê derbarê de Lars Ronnas amadebûna Swêdê bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê û handana hêlbirênerên Swêdî bo kar kirin li Kurdistanê diyar kir.

Mesrûr Barzanî jî hêviya serkeftinê bo balyozê Swêdê xwest û rêzdariya xwe jî ya li hember rola Swêdê di hevpeymaniya dijî DIŞIê de diyar kir.

Top