Xelkê Iraqê derbarê serokwezîrê nû de bûne du beş
Welatiyên Iraqî nerîna xwe li ser diyarkirina Mihemed Tofîq Ellawî wek serokwezîrê nû yê Iraqê tînin ziman.
Li çayxane û kafeyan kom bûne û bi kelecan çavdêriya guhertinên siyasî yên Iraqê dikin.Welatiyên Iraqî nerîna xwe li ser diyarkirina Mihemed Tofîq Ellawî wek serokwezîrê nû yê Iraqê tînin ziman. Beşek ji wan wî bi wê yekê tohmetbar dikin ku qaşo piştgiriya hinek partî û aliyên diyarkirî dike.
Setar Cabir, xwediyê kar, “Mihemed Ellawî ji aliyê gel ve hatiye redkirin ji ber çend sedeman, ji ber ezmûna wî ya berê, ji ber ezmûna siyasî û herwiha ji ber cudahiyên siyasî jî, xelkê ew red kirin, ji ber piştgiriya hinek grûp û partiyên siyasî dike.”
Iraq di dema derbasbûyî de di rewşeke gelekî tevlîhev û aloz re derbas bûye, xwepêşandanên dijwar dijî gendelî û xizmetguzariya nebaş hatin kirin û zêdeyî 500 kesan canê xwe ji dest dane. Baweriya beşek ji akinciyên Bexdayê bi Mihemed Ellawî heye ku welat ji vê krîzê derxîne.
Mamosteyê bi navê Mihemed Qasim jî dibêje, “Wek welatiyekî Iraqî, di vê dema ku Iraq têre derbas dibe, piştgiriya berbijêrkirina Mihemed Tofîq Ellawî dikim wek serokwezîr, ji ber divê kesek hebe postê serokwezîr tejî bike, welat ber bi aramiyê ve bibe û rê li zêdebûna aloziyan bigire.”
Amerîka û UNAMI piştgiriya xwe bo serokwezîrê nû û hikûmeta nû anîne ziman, bi mercê yekser dest bi reforman bike û xelk jî bi hêvî ne van guhertinan bibînin.
Rudaw
