• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdogan: Me bersiva êrişa Sûriyê da, 35 serbazên wan hatin kuştin!

Gulan Media February 3, 2020 Nûçe
Erdogan: Me bersiva êrişa Sûriyê da, 35 serbazên wan hatin kuştin!
Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, wan bersiva êrişa artêşa Sûriyê dane û “herî kêm” serbazên wan kuştine.

Piştî ku li herêma Idlib ya Sûriyê komek serbazên Tirkiyê di encama êrişa artêşa Sûriyê de hatin kuştin û birîndar bûn, Tirkiyê jî bi tundî bersiva rêjîma Sûriyê da.

Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser wê mijarê ragihand, wan bi tundî bersiva hêzên rêjîma Sûriyê dane û bi dehan xal û cihên wan li Idlibê dane ber topan.

Erdogan da zanîn, di encama wê êrişa wan de herî kêm 35 serbazên Sûriyê hatine kuştin.

Serkomarê Tirkiyê anî ziman ku wan ji Rûsyayê re gotine, ev mesela wan û rêjîma Sûriyê ye û bila pêşiya wan jî negirin.

Erdogan gefa wê yekê jî xwar û ragihand, eger pêwîst bike wê bi firokeyên F-16 jî li hêzên rêjîma Sûriyê bidin.

Basnews
Top