• Tuesday, 10 February 2026
logo

Seranserî herêma Şehba û gundên Efrînê di bin êrîşên dagirkeriyê de ne

Gulan Media February 3, 2020 Nûçe
Seranserî herêma Şehba û gundên Efrînê di bin êrîşên dagirkeriyê de ne
tirkiye û cîhadî bi hevre deverê bordiman dikin
Artêşa Tirk û çeteyên wê ji seet 04:30’hê sibehê ve bi dehan gundên navçeyên Efrîn’ê Şera, Şêrawa û navçeya Tıl Rıfat a herêma Şehba topbaran dike.

Dewleta Tirk bi grûbên di bin kontrola wê de ne ku van rojên dawî de êrîşên xwe yên dagirkeriyê li herêma şehba û Efrînê zêdekiribu di van kêliyan de careke din herêmê bi bê ser û ber topbarban dike.

Êrîşên ku seet derdora 04:30’hê sibehê despêkir berdewamin. Gundên ku din bin topbaranê de ne, yên bi ser navçeya Efrînê Şera, Şêrewa û herema Til Rifat Meranaz, Alqemiyê, Til Ecar, Kefer Antun, Tinebê, İrşadiyê, Dêrcmêl, Aqibê, Bênê û Soxanekê, Eyn deqnê, Bêlûniyê, Şêx hilal Kefer Neya, Hirblê ne.

Di êrîşên ku hêjî berdewamin de li gor agahiyan sivîlek (1) şehîd buye.

Li aliyê din Balfirên bê Mirov (Keşif) a dewleta tirk li ser herêma Şehba û Navçeya Şêrewa, Şera digerê.

Top