Wezareta Tenduristiyê daxuyaniyek belav kir
Îro roja şemiyê 01.02.2020an Wezareta Tendruistiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir:”Mixabin ji aliyê rûpeleka medyaya civakî, nûçeyek hatiye belavkirin ku Wezîrê Tendirustiyê tekez kiriye û belav kiriye ku goya jimareyek kesên bi nexweşiya vîrusa korona ketine hatine vegerandin. Li vir em wê nûçeyê red dikin û dûre li rastiyê û hîç haleteka vê nexweşiyê li Herêma Kurdistanê tuneye.”
Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî da wiha hatiye gotin: “Di rastiyê da hemû ew hemwelatiyên ku ji Çînê vegeriyane, tendurustiya hemûyan baş e û lêkolîn û bêdaçûnên pêwîst bo wan hatine kirin. Em dûbare hemwelatiyên xoşewîst dilniya dikin ku hîç haletêk li Kurdistanê nîne û hemû rêkarêkyên xweparêziyê dikin bo rêlibergirtina vê nexweşiyê.”
Basnews
