Berfê li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jiyan rawestand
Li Bakurê Kurdistanê berfê jiyan rawestand. Ji ber berfa zêde bapûkê rêyên 2 hezar û 25 gundan ligel navendên bajaran hatin girtin. Otomobîl di rêyan de bûne rêz û kar û barên paqijkirin û vekirina rêyan berdewam in.
Barîna berfê ku roja 31ê Çile piştî nîvro destpê kir, bi şev bê navber berdewam bû. Vê sibê ku barîna berfê hinekî kîm bû, rêyên 2 hezar û 25 gundan hatin girtin. Li Erzeromê 852, Agirî 450, Mûş 311, Qers 181, Erzîngan 171 û li Ixdirê jî rêyên 60 gundan hatin girtin.
Li navenda bajarê Mûşê 59 santîmetre, Qers 46, Erzîngan 45, Agirî 40, Qers 20, Erzerom 11 û Ixdirê jî 4 santîmetre berf bariya ye. Ji ber berfa zêde çûn û hatin zehmet bûye, otomobîl li ser rêyan bûne rêz û rewş gelekî dijwar e.
Li aliyê din, berfê li Rojhilatê Kurdistanê jî bandoreke neyînî li ser jiyana hemwelatiyan kiriye û hatin û çûn li gelek rêyan zehmet bûye.
Her ji ber barîna berfê çûn û hatin di rêya navbera Pîranşar û deriyên sînorî yê Hacî Omeran de jî zehmet bûye.
Rêveberê rê û veguhestinê yê parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê da xuyakirin ku ji ber barîna berfê û hebûna ba hatin û çûn di rêya navbera Pîranşar û deriyê sînorî yê Hacî Omeranê de zehmet bûye û daxwaz ji ajokaran kir û bi pabendî şert û mercên tendirustiyê bin.
Erselan Şukrê herwiha da xuyakirin ku ji ber berfê hatin û çûn li cadeya navbera Mehabad û Bokanê jî zehmet bûye û daxwaz kir ku şofêr haydar bin.
Her ji ber barîna berfê îro lo gelek deverên parêzgeha Urmiyê xwendin li dibistanan nebû.
Rudaw
