Serokwezîrê raspardeyî soz dide gelê Iraqê
Di peyamekê de Mihemed Alawî ragihand, “Soz didim gelê Iraqê, ku bi ti awayî kandîdên wezaretê ji aliyê siyasiyan ve qebûl nakin.”
Alawî tekez kir jî, ew kar ji bo encamdana hilbijartina pêşwext bi serperiştiya civaka navdewletî û Komisyona Hilbijartinan dike.
Hevdem Serokwezîrê raspardeyî daxwaz ji xwepêşanderan kir, bi xwepêşandanên xwe berdewam bin, heta bicihkirina daxwazên wan.
Piştî di destpêka meha Cotmeha 2019an xwepêşandanên nerazîbûnê li piraniya parêzgehên naverast û başûrê Iraqê destpê kiribûn, Serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî nameya destbekişandina ji kar pêşkêşî Parlemana Iraqê kir û wê jî roja 1ê Berçileya 2019an pesend kir.
Adil Ebdulmehdî heta niha karê Hikûmeta Iraqê wek Serokwezîrê Karbirêker birêve dibe. Duhî jî Mihemed Tewfîq Alawî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê raspard.
K24
