• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Xurmatuyê DAIŞê du birayên Kurd revandin

Gulan Media February 2, 2020 Nûçe
Li Xurmatuyê DAIŞê du birayên Kurd revandin
Çekdarên DAIŞê, li herêma Dawdey a Xurmatuyê îşev du birayên Kurd revandin.

Rêvebirê navçeya Zinanê Cemal Salih ji Rûdawê re derbarê bûyerê de ragihand ku êvariya îro Şemiyê 1ê Sibatê, birayên bi navê Qanî Celal Îsa û Hêmin Celal Îsa, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, bi otomobîlekê hatin revandin.

Cemal Salih diyar kir ku ew herdu bira ligel zarok û hevjînên xwe di dema ku ji çêrandina ajelên xwe vedigiriyan, ketine kemîna çekdarên DAIŞê û çekdaran herdu bira revandine û hevjîn û zarokên wan azad kirine.

Herwiha duh şev 31ê Çileyê li gundê Qereyataxê li ser rêya di navbera Qeretepe û Gulaleyê de çekdaran rê li ber welatiyan girtibûn û heft kes revandibûn.

Rudaw
Top