Nêçîrvan Barzanî: Birêzdarî şehîdên 1ê Sibatê bi bîr tînin
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta bîranîna şehîdên kiriyara terorîstî ya 1ê sibata 2004an peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Bi rêzdarî şehîdên 1ê Sibata 2004an yên ku di encama kiriyareke terorîstî de li navendên partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê de şehîd bibûn bi bîrtînin.
Barzanî nivîsandiye: Ev şehîdên han hertim di wîcdana gelê Kurdistanê de bi zindî dimînin, silav bo rihê wan yê paqêj, silav li malbetên serfiraz yên şehîdan.
