• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi rêya sînorê Sêmalka 50 koçber vegeriyan Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media February 1, 2020 Nûçe
Bi rêya sînorê Sêmalka 50 koçber vegeriyan Rojavayê Kurdistanê
Birêveberê Pêwendiyên Derve yê Deriyê Sînorî yê Sêmalka ragihandiye, ji Başûrê Kurdistanê ve 50 koçber vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.

Birêveberê Pêwendiyên Derve yê Deriyê Sînorî yê Sêmalka, Baz Ehmed ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re ragihandiye, “piştî Rêveberiya Xweser rojên Duşem û Sêşem wek rojên derbasbûna koçberan diyar kir, ku ji ber pevçûnan çûbûne Başûrê Kurdistanê, roja Çarşemê ji deriyê sînorî yê Sêmalka ve 50 koçberên Rojavayê Kurdistanê ji kampa Berdereş a li Başûrê Kurdistanê vegeriyane Rojavayê Kurdistanê .”

Baz Ehmed herwiha gotiye, di demên derbasbûyî de bi giştî derdora 5 hezar kes ji koçberên Sûrî vegeriyane cih û warê xwe, ku pêştir bi sedema şer û pevçûnan û herwiha gefên DAIŞê cihên xwe terikandibûn.

Li gor amarên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji dema êrîşa wê dawiya ya Tirkiyê ve bo ser Rojavayê Kurdistanê, ku di encamê de herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê ketin bin kontrola hêzên Tirkiyê, hejmara koçberên ku ji Rojavayê Kurdistanê ve berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û li kampan hatine bicihkirin, gihîştiye 20 hezar kesan.

Deriyê sînorî yê Sêmalka ku li aliyê Başûrê Kurdistanê jê re Pêşabûr tê gotin, tekane deriyê sînorî yê vekirî û çalak di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye.

Rudaw
Top