• Tuesday, 10 February 2026
logo

WHOyê li cihanê rewşa awarte ragihand

Gulan Media February 1, 2020 Nûçe
WHOyê li cihanê rewşa awarte ragihand
Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) piştî civîna taybet ji bo berengarbûna vîrusa koronayê, li seranserê cîhanê rewşa awarte ragihand.

Îro roja pêncşemê 30.01.2020an WHOyê derbarê belavbûna vîrusa koronayê daxuyaniyek belav kir û ji bo berengarbûna wê vîrusê, ‘rewşa awarte ya navdewletî’ ragihand.

Herwiha li gor WHOyê li cihanê heta niha li derveyî Çînê ti kes ji ber vîrusa koronayê nemiriye ku ew vîrus li 23 welatan belav bûye.

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bûye 170 kes. Karbidestên saxlemîyê yên Çînê radigihînin ku vîrusa korona ketiye canê 7711 kesî û 81000 kes jî jiber gumana wê nexweşîyê di bin çavdêrîyê de ne.

Basnews
Top