• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li beravên Tirkiyê 38 koçber ji xeniqînê hatin rizgarkirin

Gulan Media January 31, 2020 Nûçe
Li beravên Tirkiyê 38 koçber ji xeniqînê hatin rizgarkirin
Li Kuşadasî ya Tirkiyê 38 koçber ji aliyê tîmên Ewlekariya Beravên Tirkiyê ve hatin rizgarkirin, ku hewl didan derbasî ‎Yunanistanê bibin û belema wan ji ber şepolên deryayê hindik mabû ku niqum bibe.‎

Fermandariya Ewlekariya Beravên Tirkiyê ragihandiye, şeva derbasbûyî hejmarek koçber ku hewl didan bi ‎awayekî neyasayî bi rêya deryayê sînor derbas bikin û xwe bigihînin Yunanistanê, ji xeniqînê hatine rizgarkirin.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Ewlekariya Beravên Tirkiyê, ji ber rewşa xirab a keşûhewayê û şepêlên bilind û bihêz ên avê, koçberên di nav wê belemê de ji ber metirsiya niqumbûna belema wan, ligel ‎navenda Bihawarveçûna Bilez ketibûne peywendiyê û daxwaza alîkariyê kiribûn.‎

Di daxuyaniyê de tê gotin, ji ber şepêlên bilind û bihêz, av çûye nav belemê û ‎metirsiya niqûmbûnê hebûye, û ji ber wê yekê koçber ligel tîmên Ewlekariya Beravan dikevin têkiliyê û li ser wê esasê tîmên ewlekariya beravan digihin cihê bûyerê û her 38 koçberên di belemê de rizgar dikin.

Hatiye ragihandin, ku ji wan 38 kesên di belemê de, 35 kes koçberên Sûrî û 3 kes jî ‎Felestînî bûne.

Fermandariya Ewlekariya Beravên Tirkiyê destnîşan kiriye, koçber bo bejayiyê hatine veguhestin û pişkinîna tendirûstî bo wan hatiye kirin, herwiha ‎Fermangeha Koç û Koçberan a Parêzgeha Aydinê xwarin û tiştên pêwîst dane wan.

Rudaw
Top