• Tuesday, 10 February 2026
logo

Qaziyekî Iraqî: Herêma Kurdistanê dê mîna Fransa lê were

Gulan Media January 30, 2020 Nûçe
Qaziyekî Iraqî: Herêma Kurdistanê dê mîna Fransa lê were
Qaziyekî Iraqî, ku berpirsê dosyeya serokê berê yê Iraqê Sedam Husên bû, dibêje, Iraq dê bibe sê herêman.

Qaziyekî Iraqî bi navê Munîr Hedad, ku tê gotin kurd e û berpirsê dosyeya serokê berê yê Iraqê Sedam Husên bû, ji televîzoyneka Iraqî re gotiye, Iraq dê bibe sê herêman: Herêma kurdan, herêma sunnîyan û herêma şîeyan.

Munîr Hedad behsa wan herêman jî kiriye û gotiye, Herêma kurdan (Kurdistan) dê mîna Fransa, Beljîka û Yûnanê lê were (qesta wî ew e dê pêş bikeve). Herêma sunnîyan dê mîna Kuwêt û Îmaratê lê were û ya şîeyan jî dê mîna gundekî Bengaldeşê lê were!

Basnews
Top