• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîr bo Saint Petersburgê hate vexwendin

Gulan Media January 30, 2020 Nûçe
Serokwezîr bo Saint Petersburgê hate vexwendin
behsa rewşa deverê û têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyayê kirin
Serokwezîrê Kurdistanê li gel Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyeyê civiya û piştî civînê, li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivisand;

Îro çarşem 29/1/2020 di civînekê de li gel Cîgirê wezîrê derve û nunerê Serokê Rûsyayê yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Michael Bogdanov de, me behsa rewşa Îraq û dervê û pere pêdana têkiliyên navbera Rûsye û herêma Kurdistanê kir.

Her di heman civînê de Bogdanov hevdem li gel gehandina silavên Serokê Rûsyayê bo me, vexwandinameya fermî ya bo beşdarî kirin di forma navnetewiya abûriya Saint Petersburg pêşkêşî me kir.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser giringiya aram kirina rewşa Îraq û Sûriyeyê, hemahengî di rûbirû bûna gefên DIŞI û teror û rola giring ya herêma Kurdistanê di aramiya deverê de kir.

Top