Wezareta Tenduristiya li ser nebûna nexweşiya Koronayê gelê Kurdistanê piştrast dike
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, bila tevahiya welatiyên Kurdistanê û tûrîst piştrast bin ku heta niha ti kes bi nexweşiya Koronayê neketiye û ew nexweşî jî derbasî Kurdistanê nebûye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, tîmên çavdêriyê bi tundî çavdêriya rewşê dikin û tedbîrên pêwîst jî hatine girtin.
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê daye zanîn, tenê daxuyanî û agahiyên Wezareta Tenduristiyê û rêxistina tenduristî ya cîhanî (WHO) li ser wê nexweşiyê rast û resmî ne.
