Çavdêrekî siyasî: Dîplomasiya herêma Kurdistanê pêşketîtir e ji Iraqê
Çavdêrê siyasî Dr. Nasîh Xefur ji BasNewsê re ragehand, herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn xwedî pêgehekî taybete û roj bi roj pêşdikeve. ‘’Ev yek di encama hewldanên Serok Barzanî de bûye.’’
Nasîh Xefur peyvendiyên Hewlêr û Moskowê wek nimûneya pêşketina dîplomasiya herêma Kurdistanê nîşan dide û ragehand, piştî 2003ê Rûsya yekem welat bû konsolxaneya xwe li Hewlêrê vekir û naha jî her du şîrketên Gazprom û Rosneft ên Rûsyayê hilberînê li herêma Kurdistanê dikin.
Çavdêrê siyasî dibêje di civîna serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Amerîkayê Donald Trump a Davosê de, Trump wek serokê Kurdistanê navê Nêçîrvan Barzanî anî û ev yek ‘’Tê wateyekî xwedî taybetî û rêz girtineke taybet bo Kurdistanê.’’
Derbarê rewşa Iraqê û peyvendiyên dîplomatîk ên wî welatî de jî got, aliyên şîe rewşa Iraqê bi temamî têkdane, Iraq ji welatên cîhanê qut kirine û naha tenê peyvendiyên dîplomatîk mane û ev jî waye têkdiçe.
Herwaha derbarê êrîşa ser balyozxaneya Amerîkayê de jî got, piştî êrîşê balyozxaneyên welatan li Bexdayê daxuyaniyek hevbeş li dijî Iraqê belav kirin û daxwaz ji hikûmeta wî welatî kirin ku nûnerên dîplomasiyê biparêze.
Basnews
