• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mîkhaîl Bogdanov naveroka serdana xwe bo Hewlêrê aşkere dike

Gulan Media January 30, 2020 Nûçe
Mîkhaîl Bogdanov naveroka serdana xwe bo Hewlêrê aşkere dike
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov di konferanseke rojnamevanî de navroka civînên serdana xwe bo Hewlêrê aşkere kir.

Mîkhaîl Bogdanov ragihand, civînên wî li Hewlêrê gelekî girîng bûn û tê de behsa rewşa navçe û Iraqê kirin.

Diyar kir jî, wî bi Serkirdatiya Kurd re gelek babetên girîng guftûgo kirin. Got jî: Pêşerojeke baş ji bo pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê heye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got jî: Kompanyayên mezin ên Rûsya di warê wize de li vir kar dikin û di wê derbarê de me behsa pêwendiyên di warên aborî û wiza de kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov duhî Çarşemê danê nîvro bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistan Kurdistanê.

Bogdanov li Hewlêrê ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû.



K24
Top