• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mehmûd Ebas bersifa Trump da

Gulan Media January 29, 2020 Nûçe
Mehmûd Ebas bersifa Trump da
dibêje plana han serkeftî nabe
Piştî ku duhê Serokê Amerîkayê Donal Trump plana xwe ya sed salê ya bo çareser kirina kêşeyên navbera Îsraîl û Felestînê eşkere kir, Serokê Felestînê Mehmûd Ebas jî bersifa Trump da.

Mehmûd Ebas di peyama xwe de gotiye; Ne Qudis û ne mafên Felestîniyan ne bo firotinê ne û ew plana han serkeftî nabe.

Duhê bi şev Trump bi beşdariya Serokwezîrê Îsraîlê plana xwe ya sed salê eşkere kir û li gor planê yaku bi hevkarî li gel çend welatên Erebî hatiye amadekirin, vê deverek bo ava kirina dewleta Felestînê jî were diyar kirin û di demeke goncav de dewleta Felestînê jî were ragihandin û Orşelîm bi fermî paytexta Îsraîlê ye û lazime Felestîn teror û terorîstan di nava xwe de nehewîne.

Top