• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ano Cewher: Ji bo pêkvejiyana li Kurdistanê bibînin me du endamên Kongreya Amerîkayê vexwandin

Gulan Media February 8, 2025 Nûçe
Ano Cewher: Ji bo pêkvejiyana li Kurdistanê bibînin me du endamên Kongreya Amerîkayê vexwandin

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê Ano Cewher du Endamên Kongreya Amerîkî vexwendin Herêma Kurdistanê, da ku pêkvejiyana olî û pêkhateyan ji nêzîk ve bibînin.

Ano Cewher ku bi geştekê li Washingtonê ye ragihand, “Ez kêfxweş bûm ku bi endamên Kongressê Mary E. Miller û Mark Harris re hevdîtin kir. Min derfet dît ku çîroka xweş a Herêma Kurdistanê wek modela pêkvejiyana etnîkî û olî vebêjim.”

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê da zanîn: “Min ji wan re got, tevî kêşeyan, pêkhateyên olî û etnîkî, ji Kiristiyan, Êzidî û pêkhateyên din, bi aramî li Herêma Kurdistanê dijîn.”

Ano Cewher got­: “Min herdu endamên Kongressê Miller û Harris vexwendin serdana Herêma Kurdistanê bikin, da ku vê rastiya lêborînê, azadiya olî û demokrasiyê ji nêzîk ve bibînin.”

Herwiha tekez kir: “Bihêzkirina peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, gelek giring e û dê bandorek mezin li ser aştî û aramiya navçeyê bike.”

 

Basnews

Top