• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Ev êrîşên han metirsîne bo ser Îraqê

Gulan Media January 28, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Ev êrîşên han metirsîne bo ser Îraqê
dibêje berdewamiya wan êrîşan vê encamên xirab bi xwe re bîne
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşên ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya han de bi tundî êrîşên han şermezar kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotiye; Ev êrîşên han metirsiyên gelek mezinin bo ser rewş û pêşeroja Îraqê, dubare bûn û berdewam bûna wan êrîşan vê encamên gelek xirab bo Îraqê bi xwe re bîne.

Berevanî kirin û parastina nuneratiyên dîplomatîk erkê aliyên berpirse, nabe rê were dayîn ku zagonên navnetewî werin binpêkirin.

Nabe bi ti awayî rê were dayîn ku Îraq bibe qada yek alî kirina aloziyên herêmî û cîhanî.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

Top