• Wednesday, 11 February 2026
logo

Trump: Plana ser Rojhilata Navîn kêrî hemî aliyan tê

Gulan Media January 28, 2020 Nûçe
Trump: Plana ser Rojhilata Navîn kêrî hemî aliyan tê
vê îro plan were eşkere kirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ewê plana bo Rojhilata Navîn roja Sêşemê (îro) eşkere bike.

Trump ew agahî gava li Qesira Sipî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re kom bû da.

Wî da zanîn ku ew plan kêrî hemî aligyên li Rojhilata Navîn tê.

Piştî hevdîtina bi Netanyahu re, Trump bi rêberê rikeberîya Îsraîlê Benny Gantz re jî kom bû.

Karbidestên Fîlîstînî dibêjin ku dibe plana Trump armanca wan ya ser avakirina dewleteke serbixwe li Kenara Rojava, Orşelîma Rojhilat û Gaza pûç bike.

Fîlîstînî diyar dikin ku Trump ew venexwendine Washingtonê û didin zanîn ku bêyî wan plana aştiyê bi ser nakeve.

Serok Trump bo Fîlîstîniyan got ku ewê di serî de planê qebûl nekin, lê di dawîyê de ewê wê bipejirînin.

Voa
Top