• Wednesday, 11 February 2026
logo

Endamekî komîsyona Pêşmerge: Hewlêr û Bexda li ser bûdceya Pêşmerge li hev kirin

Gulan Media January 28, 2020 Nûçe
Endamekî komîsyona Pêşmerge: Hewlêr û Bexda li ser bûdceya Pêşmerge li hev kirin
Endamekî komîsyona Pêşmerge li parlementoya Kurdistanê ragihand, Hewlêr û Bexda li ser bûdceya Pêşmerge li hev kirin.

Parlementerê Kurdistanê û cîgirê serokê komîsyona Pêşmerge li parlementoya Kurdistanê, Osman Kerîm Siware ji BasNewsê re got, xebatên yekkirina hêzên Pêşmerge di qonaxa dûmahîkê de ye û tenê maye were bicîhanîn.

Osman Kerîm Siware her wiha got, hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser bûdceya Pêşmerge li hev kirin. Tenê maye parlemento wê rêkeftinê pesend bikin.

Wî endamê komîsyona Pêşmerge anî ziman, bi bicîhanîna wê rêkeftinê re mûçe û pêdiviyên serbazî yên Pêşmerge dikare were zêdekirin.

Basnews
Top