Generalekî mezin ê Amerîkayê li Rojava bi Mazlûm Kobanî re civiya
General Kenneth F. McKenzie herwiha li gel fermandeyên Hevpeymanan li Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê de behsa çalakiyên Hevpeymanan li navçeyê kir.
General McKenzie derbarê operasyonên Hevpeymanan li Sûriyê de ji pêgeha elektornî ya Washington Post a amerîkî re ragihandiye, hêzên wan di heftiyekê de nêzîkî sê heta çar operasyonên leşkerî li dijî DAIŞê pêk tînin, lê belê ev hejmar ji hejmara wan operasyonan kêmtir e ku berî bûyera 3ê Çile wan encam dida.
Feremandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kiriye, armanca wan li navçeyê wek xwe maye û armanca wan niha jî têkbirina DAIŞê û rêgirtina ji dubare bihêzbûna DAIŞê ye.
Li gor medyayên Amerîkayê, hejmara hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola HSDê, di navbera 500 heta 600 serbazan de ye û ew hêz bêtir li wan navçeyan hatine bicihkirin, ku bîrên petrolê lê hene.
Derbarê dema man an derketina hêzên Amerîkayê ji navçeyê de jî, General Kenneth F. McKenzie daye xuyakirin, ku tê demek heta niha nehatiye diyarkirin û tekez kir: Bi aşkere bêjim, nizanim em dê heta kengê li vir bimînin.
Têkildarî rewşa Idlibê jî, General McKenzie ragihandiye, trajediyeke mezin a mirovî li idlibê diqewime û ew ditirsin, ku gelek xelkên bêguneh bêne kuştin.
Rudaw
