Serokê herêma Kurdistanê serxweşî li kesûkarên qurbanên erdhejê kir
Peyama serokê herêma Kurdistanê de hat gotin: ‘’Ez xemgîn bû bi bîhîstina jiyana xwe ji dest dana hemwelatiyan ji ber erdheja li Tirkiyê. Serxweşiyê û sersaxiyê didin ji malbatên qurbaniyan re û hêviya silametiya lez bo birîndaran dixwazim.’’
Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê û xelk û saziyên xêrxwaziyê amadene bo alîkariya her cureyekî ku em bikarin.’’
Erdheja roja Îna borî li parêzgeha Xarpêt a bakurê Kurdistanê de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 500 kesan jî birîndar bûn, ziyaneke mezin ê darayî jî pêkhat û bi dehan avahiyên bilind jî wêran bûn.
Basnews
