• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mûşekek ketiye nava xwaringeha balyozxaneyê

Gulan Media January 27, 2020 Nûçe
Mûşekek ketiye nava xwaringeha balyozxaneyê
çend karmendên balyozxaneyê birîndar bûne
Çapemeniya Amerîkî diyar kir ku di çarçoveya êrîşa mûşekî ya duhê bi şev ya bo ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê de, mûşekek ketiye nava xwaringeha balyozxaneyê de.

Kanala CNN belav kir ku di êrîşa duhê bi şev de 3 mûşek ketine nava komelgeha balyozxaneyê û yek ji wan di nava xwaringeha balyozxaneyê de ketiye û di encam de çend kes birîndar bûne.

Cnn herwiha li ser zarê rayedarên Amerîkî belav kiriye ku 5 mûşekên din jî li derdorê balyozxaneyê ketine.

Top